RAGEŞIYA LI ROJHILATA NAVÎN
Piştî ku DYE’yê li Îranê li gelek hedefan xist, êrîşên Îranê yên ji bo bersivdanê li welatên Kendavê belav bûn. Ji ber êrîşên li ser Bahreyn, Qatar, Umman û Urdunê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
LI UMMANÊ ÊRÎŞA BI BALAFIRA BÊMIROV
Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a fermî ONA ya Ummanê, hin nuqteyên li wîlayeta Musandam a li bakurê welêt, bûn hedefa balafirên bêmirov.
Rêveberiya Ummanê êrîş şermezar kirin û ragihand ku bi armanca mîsogerkirina ewlehiya welêt û welatiyan, hemû tedbîrên pêwîst hatine girtin.
LI QATARÊ 3 KES BIRÎNDAR BÛN
Wezareta Karên Hundir a Qatarê ragihand ku ji ber ketina parçeyên fuzeyên Îranê yên ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin astengkirin, 3 kes birîndar bûn ku yek ji wan zarok bû.
Rayedaran diyar kir ku birîndar birine tedawiyê û yekîneyên ewlehiyê û parastina sivîl prosedurên rewşa lezgîn xistine dewrê.
LI BAHREYNÊ CARA SÊYAN ALARM HATE DAYÎN
Wezareta Karên Hundir a Bahreynê ragihand ku di nava rojê de 3 caran sîrenên êrîşa hewayî lêxistine.
Rayedaran bang li gel kir ku bila aram bin û biçin sirnaxên herî nêz.
URDUN: JI ÎRANÊ 3 FUZE HATIN AVÊTIN
Artêşa Urdunê ragihand ku 3 fuzeyên ji Îranê hatine avêtin, danê siharê ketine herêmên cuda yên welêt. Li gorî daneyên ewilî, di êrîşan de windahiyên can çênebûne.
Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku wê destûr neyê dayîn ku qada hewayî ya Urdunê û xaka wê bibe qada şerê herêmî û ragihandin ku li dijî her cure gefa li ser desthilatdariya welêt, wê bi rengekî “bi biryar” bersiv were dayîn.
LI HURMUZÊ DI KEŞTIYA ÊRÎŞ LI SER PÊK HATÎ DE, WELATIYÊN HINDÎ JÎ HEBÛN
Wezareta Karên Derve ya Hindistanê ragihand ku di keştiya ku li Kendava Hurmuzê êrîş li ser pêk hatî de, 11 welatiyên Hindistanê hebûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 10 kes hatine rizgarkirin û kesek jî winda ye.